Dîroka sînemayê de navdarê herî mezin Charlie Chaplin vedibêje:
Dema ez zarok ligel bavê xwe em çûn temaşeya pêşkeşkirina sîrkekê. Di ristikek dirêj liber cîhê bilêtan hebî û berîya me jî malbatek Dê-Bav û 6 zarokan pêk dihat rawestibûn.
Jarîtî ya wan ji halê wan dîyar dikir. Cil û bergên wan kevin lê paqij bûn. Dema zarokan qala sîrkê dikiran gelek dilşa xûya dikirin.
Demê rêza wan hat, bavê wan nêzê bilêtgehê bû û nerxê bilêtê pirsî. Piştî karmendê bilêtgehê berxê bilêtê got wî zelam bi ziman şikestî vegera hevjîna xwe û di guhê wê de tiştek got.
Berxweketinî bi hêsanî ji rûyê wan dihat xwendin.
Heman demêde bavê min ji berîka xwe 20 dolar derxist û avêt erdê. Paşê ji erdê vegirt û destê xwe li milê zilamê da û got;
"Perê te ket birêzan.."
Zelamî li bavê min nihêrî û bi awayekî kelegirî got; " Sipas dikim ezbenî."
Piştî ew têketin hundir bavê min destê min girt û ji ristika bikêr kirînê derket. Jiber ko bavê min ji bilî 20 dolarê dayê zelamî nebî.
O günden beri babamla gurur duyuyorum ve o 2 dakika benim hayatımda izlediğim en güzel şovdu. O GÜN İZLEYEMEDİĞİM SİRK ŞOVUNDAN EMİNİM DAHA GÜZELDİ..."
Ji wê rojê be ez bi bavê xwe şanazim û di jîyanê min de pêşkeşkirina min dîtî ya herî s'pehî ew 2 xulek bûn.
"Ez bawerim ev pêşkêşkirin ji pêşkêşkirina sîrka wê rojê min nekarî temaşe bikim gelek xweştir bî."
Charlie Chaplin, Kevin J. Hayes