Kurdistana hov!

Çanda kurd
Wêne:Kurdistan4All

Ligor çavkanîyên rojhilatîyan Kurdistan hertim hovane hatîye tasvîr kirin. Ya herî tê zanîn jî nivîsen Knesefon in. Yewnanan hemî gelên zimanê wan ne axivin bi navê hov nav dikiran. 

Lêbelê çi siûdek ya Kurdan heye ko welatê wan dagirkirîye. Gelên tên dagirkirin hertim ji alîyê metîngeran ve hov û nezan tên navkirin. Rastî heman dijê vê nav kirinêye.

Livir navbeynekê em dîyar bikin ko: Metînger gelên bindestên wan hovane û nezan nav dikin. Lê hewildanên wan gelê bindest nezan bike û hebûna wan li wan bide jibîr kirin. 

Loma em dikarin bibêjin ko dema mirov ji çanda xwe dûr dikeve hebûn jî heman demî diqede. 

Wekî Ksenefon Kardûxî ango Kurd, hovane navkirîn. Kurd berîya zayînê salen çarsedî de ango berîya niha 2400 sal wêvetir ve rasta talan kirina leşkerên yewnan hatin.  Knesefon ev gelê leheng di gernameya xwe de tomarkir.

Ligor Ksenefon malên wan sibik kirî, firaxên wan tunç bûn. Heta qala metbexên wan dike ko her malekêde cerên şeravê hebûn. Gelek pêşketî bûn. 
Wekî Knesefon jî dîyar dike netewek pêşketîye. Lê wekî min dîyar kirî Yewnan gelên zimanê wan ne axivê hov ango barbar nav dikiran. Hinek nîv rewşenbîr , ji vê rastîyê bê zanîn ji devokên metîngera vî gelî hov didin nasîn.  Rastî,yê hov yên erîşên wan kirînê. 


Piştî êrîşên talanê dergehê xwe kilîl nakin û zarên xwe dibin û berê xwe didin çîya. 
Ev Kurdên leheng çandek mezin dihêlin dû xwe re. Ligor tomarên Ksenefon e'wan tîr û kevan û qûsk kar di anîn.  Kevanên wan pêşketî ew zîrekbûn. Bi agir nîşan didan hev û heta welatê Ermanîstanê nahêlin ev talanker binivin. Ji deh hezaran zêdetir leşkerên talanker hate digehin Ermenîstanê tenê qasî sê hezaran dimînin.

Dîsa ligor Ksenefon wî demî Ermenîstan bin desthiletdarîya Persan de ye. Lê welatê Kardûxan neketî ye bindestê wan. Carekê Kêyê Persan ango Farisan arteşêk 120 hezar leşker pêktê dikşînê liser Kardûxîyan lê yek navegerê, hemî ji alîyên Kardîxîyan tên kuştin. 

Dema mirov îro û berîya niha 2400 sal zêdetir dide berçav, rastîya em dibînin ko tenê yek tişt nehatîye guhertin. Ew jî çanda lehengîyê ye. Piştî 2400 salan zarokên Kardûxîyan li Efrînê carek din rasta êrîşên talankeran hatin. Dîsa bi lehengî berxwedan, e'wan wekî Kardûxîyan ango bavên xwe dergehê limalê kilîl nekirin. Ev jî tenê yekê çanda xwe bizanê dikare tê bigehê. Ango em wiha bibêjin wateya wê: Em diçin lê em dergehê mala xwe nagirin jiber ko emê carek din vegerin. 
Ango emê bên rizgarkirina welatê xwe.

Ango em teslîmîyetê napêjirînin. 

Xala dûyem nezanî ne. Wekî em dibînin ko yên xwe jibîr nekirîn çanda xwe piştî 2400 sala jî, bi zanistî û lehengî didin jîyan. Lê nifşên xwe jibîr kirî û bûyîn nezan, bûyîn hevkarê dijmînê welat tenê dikarin bibin xulam û kerê dijmin....

Nasnameya xwe û gelê xwe divê em binvîsin. Ne gelên bîyanî û nîv rewşênbîr. (Nîv rewşênbîr î nîne. Mirovek an rewşênbîre an na)

Şahîn Kurdistanî

Yorum Gönder

Daha yeni Daha eski