Gelo em xîyanetek mezin zimanê xwe dikin an na?

Ziman Xwebûne
Bi rastî dema Kurd liser rewşa welat di axivin teqez dinav gotinên wan de xîyaneta navnetewî derbas dibê. Ligor min ev nasînek gelek başe lê pa netew çîye? Liser rûyê erdê kîjan civak bê ziman bûye netew? Lewra mirov bêçare ko nexweşîya xwe nas bikê da derman pêk bînê. Lê dibe ko em tev rastîyekê jî ji bîr dikin. Gelo em ango yên xwe hînê Kurdî kirîn,  dibe ko dinav xîyanetekê de bin.? 

Ligor min dibe. Lewra netewên desthildar û dagirker yekemcar berê xwe dayîne zimanê Kurdî. Jiber ko hê komara xwe ava nekirîn liser têkbirana zimanê me lêkolînên pir mezin kirine. Bi fikirin ko di rojhilata navîn desthildarên Fars xwedî zimanek zengînin! (Ne ji kurdî zengîntire) yek tirsa wan heye. Ew jî Kurdî ye.

Çima ne zimanê Azerî lê Kurdî hember xwe metirsî dibînin.? Jiber ko zimanê Kurdî zimanê zayînêye. Zimanê demê neolîtîkê ye. Zimanê sazkirina şarmendîyê ye. 

(Hûn liser bêjenasîyê hinek vekolîn bikin teqez hûnê vê rastîyê bibînin)

Madem ko Kurdî evqas zengîne û evqas xwedî dîrokek kevnare û heya vê gavê nemirîye nexwe ji zimanê dagirkerîyê û di encamê de jî ji dagirkeran re xeterek mezine. 

Bi rastî bi mînak û belgeyan em dikarin pirtûkekê liser vê binvîsin lê em werin xîyanetê.

Gelo xîyaneta me çîye.? Çi gunehê me rebeno heye ko hem Kurdî hîn dibin û hem Kurdî dixwînin û ser xwe re bibin xayîn.!

Belê birayên min yên hêja û delal. Bi rastî peyva xayînetî peyvek gelek dijware. Mirov heya bibêjê pêwîste mirov deh cara bêhtir hizir bike.  Lê ev rastîyeke. Berçave.

Dijminê me Kurdan dema bikarin Kurdî ji erd rakin tê wê wateyê ko Kurdistan jî rakirine. Ango fişkilandine. Lê em heter bin ango "ısrar" bikin wê çawa bibê.?

Heger em di axaftina xwe ya Kurdî de heter bin ewê hînê Kurdî bibin. Divê em ji hev fêhm bikin çima em wan fêhim bikin.? Gelo em zimanê wan ne axivin bêçar ewê me fêhim bikin.

Em tenê ne hember dagirkeran heter bin. Em sê heval digehijin hev peyva duyem tirkî diaxivin. Gelo ka serê xwe bikin nav her du destê xwe û tenê 2 xulekan bifikirin, ev ne xîyanete?

 Teqez we bihîstîye ya heval "ben akademîk kürtçe bilmiyorum"  an ez fêhim dikim lê nikarim bi axivim.  Kurdîya me ne wekî ya we ye...

Bi xwudê Kurdîya me yek kurdîye lê em meşkê xwe nadin hev. Ka piçekekê guh bidin çi pêyv ne wek hevin.

Jitere /ş'tere / Cîran (erebîye) Cînar... Mirovek pêyvên wusa ne karê ji hev derxê, an guhên wî girtîne an mejîyê wî! 

Heval dikarin bibêjin ko belê Kurdin lê em asîmîle bûne. Lê ev ne mahane û ne bahane ne. Ev hêsanîye. Em tişta ko ji me re hêsanî tê didin ber zimanê xwe. Pêşeroja zarokên xwe... Madem hevalê me Kurde bila hîn bibê. Ger nebê bila ne ligel me jî bê. Çi mafê wî heye ko me bikê xîyanetê de!

Zêtirin kurdî zetirin jîyan.

Her kurd be her şad be.

Ji kerema xwe re rexne û şîrovên xwe di bin vê nivîsê de bişînin ji min re.

Şahîn Urfan

Yorum Gönder

Daha yeni Daha eski