Balafira S. Reşîd Caba afirandî |
Dema qala Cizîra Botan tê kirin bi rastî dinava meşkê mirov de ronahî hildide. Û gelekî pirsên ecêb tên bîra mirov.
Li gor gelên Cizîrê çîrokek ya Îskender heye. Gotin ew e ku rojekê ji rojan Îskender ligel artêşa xwe cîhanê roj bi roj fetih ango dagir dike. Rojek tê ligel artêşa xwe digehin li sînorê Cizîra Botan ango navê wê kevnar Karda Gazarta (perestgeha kurda) berîya ku êrîş bikin bajar li seranserê bajarê Cizîrê konê xwe vedikin û dest amadekirina êrîşê dikin.
Îskender jî li ser textê xwe pal dide û ligel wî jî du cîgirê wî hene. Yek dergehê textê wî berevaniya wî dike cîgirê din jî li ser textê Îskender ber serê wî radiweste. Bayek ji alîyê bajar tê û nav çavê cîgirê derê textê dide û hinek hizrên dijminatî lê pêyda dibin. Piştî demekê gazî cîgirê ber serê Îskender dike û dibeje; were em Îskender di xewê de bixweniqînîn û ez û te bibin serokê cîhanê ev bajar jî benda taca min û te ye. Cîgirê ber serê Îskender dibeje hişyar bibe dîyare tu westayî û nizanî çi dibêjî ka were ser text bistekê bêhna xwe veke. Paşê cih diguherin.
Carekê din bayê kor ji alîyê Cizîrê tê û vêca re di nava rûyê cîgirê duyem dide. Serê wî tevlihev dibe û gazî hevalê xwe dike û dibeje; ew gotina te gotî raste em bihevre bikin. Hevalê wî dibeje bawer im serê te jî gêj bûye ka rabe tu were bêhna xwe veke.
Îskender hemî gotin gule bûne û da xwe dihilde û dibeje ev bajarek efsûnî ye. Ku tevlî bajar bibin dê fitne li peyda bibin û emê têk biçin. Bi vî awayî Cizîr ji dagirkeriya Îskender difilite.
Gelo Cizîra Botan çawa dibe evqas balkêş dibe? Di hemî mîtolojiyên vejînê di Cizîrê nîşan didin. Olên asîmanî nû vejînê ango piştî tofanê Cizîrê nîşan didin.
Îsmail ebulîz heta Bedirxanî yan û hema gelemperî yê serhildanên kurdayetî her Cizîr xwe dide nîşan. Giringiya Cizîrê kengî wê biqede? Melayê Cizîrî gelo qedan wê hinek din bên? Gelo çend stranên gelde Cizîr derbas dibe.
Bi rastî jî ev herem a Kurdistanê di dîrokê heya îro her maye. Û her xwe vejîn girtiye. Balkêşî her ser xwe girtî ye.
Îro Cizîr navçeyek biçûk e. Rêjeya Cizîrê qasî 180 hezar kes in. Lê Şerên Kurdistanê û polîtîkayên dagirkeran jî Cizîr piçûk hêliştîye. Îro li Îspanya şopa bine malekê vekolîn wê hûnê bibin bapîrê wî ji Cizîra Botan koç kirîye. Li Hewlêrê herin dinava hoza Herkî yan û bipirsin wê hûnê bibînin ku Cizîrî ne. Hûn şopa Şikakî yan bikin hûnê bibînin Cizîrî ne. Wekî hûn jî dibînin Cizîrî dema koçber dibin jî bi awayekî dîrokê de cîh digirin û dîrokê çêdikin. Kesek dikare bibêje Bedirxanî koçber bûn lê dîrok çênekirin? Pêşengiya têkoşîna netewa kurd nekirin? An ji Şikakî yan cengawerek derneket û hember împaratoriya şer nekir? Wekî Simko yê Şikakî. Helbet ev bajar vê çanda mezin ji dîrokê distîne. Yên firek ava çanda kakila Kurdistanê ango ya Cizîrê vexwe çênabe raweste. Ehmedê Xanî mînakê vê avê ye.
S.Reşîd Caba Dahênanê Balafirê |
Lê dixwazim qala S.Reşîd ê Sêyfet'tîn bikim. Piştî komara Cizîrê sal 1970 yê Seyîd Reşîd Caba kurê S. Sêyfet'tîn bi dûlkê gazê (lpg) trampêl karanî. Lpg yekemîn sala 1961 ê hatiye Tirkîye û jibo metbexê hatiye karanîn. Îro bi hêsanî xûye dike lê 1970 ê ev şoreşek ya teknolojî bû.
Zêde bala we ne kişand? Amade bin nûvedan ango dahênan a S. Reşîd Caba ya duyemîn tê. Balafir. Erê balefir ango tayere. 1970 ê bi motorek ya kohlerê balafirekê çêdike. Li ber çemê dîjle difirîne û ev dahênan ji alîyê leşkerê tirk be tê girêdan û îşkence kirin. Çawa Kurdek balafirekê çêbike.... Lê çêkir. Û ez bawerim wê Cizîra Botan gelek mirovên ronak derxê holê.