Feqîyê Teyran |
Xortekî lihevhatî ji ser dezgehê sêvek girt, bi ser sînga xwe da paqij kir û gezek lê xist. Hê têra dilê xwe ji sêvê nexwaribû, dengek bihîst, herwekî yekî ji dûr ve deng lê dikir. Xortî li derdorê nihêrî lê kesek nedît. Piştra lê varqilî ku yekî cûce delingê wî girtîye û wî dihejîne. Berjêr nihêrî û bi kêfxweşî bi ser wî da xwar bû:
- Mariooo!
Mario got:
- Eladîn tu çi digerî li van deran?
Eladîn bi awayekî şaşmayî pirsî:
- Çima? Ma qedexe ye?
- Na, lê aloziyên mezin hene, divê bên çareserkirin.
- Çi ne ew alozî?
Mario wek sixurekî berê derdora xwe raçav kir, paşê got:
- Em biçin derekî xewle. Ez ê bêjim te.
Eladîn Mario ji erdê hilda, danî hundirê heqîba hespê xwe û ji nava Hîzanê derket. Gihîştin çoleke xalî. Eladîn hingiv û nanê tendûrê danî ber xwe û Mario. Paşê pirsî:
- Ka bêje mesele çi ye?
- Mesele Feqî ye. Feqîyê Teyran… Ma ew ne birayê te ye?
- Çi bûye bi Feqî?
- Vê gavê hê tiştek nebûye, lê wiha bidome ditirsim pir tişt bi serê wî bên.
Eladîn li Marioyê qeşmerê Mîr, li qama wî ya qut û gefên wî yên giran nihêrî û xwe negirt û kenîya:
- Te negot gunehê Feqî çi ye?
- Feqî bi gotinên xwe yên beredayî Sînema bûka Mîr pir aciz kirîye.
Eladîn bi awayekî gelek matmayî:
- Çima kuro? Ji bo çi? Kê ev gote te? Mîr Mihê bi av û teyran, bi dar û beran ra dikeve nava nîqaş û gengeşîyê, lê min heta vê gavê nebihîstîye bi jinan ra minaqeşe kirîye.
- Jin, îja çi jin! Xwarzîya Mîr! Ezîza ber dilê Mîr! Bûka wî ya bî… Ev çend sal in mîr û mîrekên Bidlîs, Wan û Cizîrê tên ji bo xwazgînîya Sînemê. Ji ber ku Sînemê dil nekir, Mîrî dilê wan ji xwe hişt û ew neda tu kesî. De tu were îjarê pê bihese ku şaîrekî beredayî dilê Sînemê şikandîye, de tu bibîne wê çawa lê were xezebê? Mîr aniha ji bo Sînemê koşkekê ava dike. Bi gotinên Mîr Mihê bihese, ew ê wî wek cils û xercê bike hîmê koşkê.
- Weyyy mala te! Mario heyran te zirav li min qetand! Tu pir li ba Mîr mayî, tu jî bûyî hostayê gef û gotinên giran.
Mario destê xwe li milê Eladîn da:
- De here lo! Tu jî henekan bi min neke! Ez micid im. Paşê tiştek bi serê Feqî were, nebêje te negotîye.
- Tu wisa li Feqî nenihêre, nebêje tenê suxte û melayek e li medreseyan. Ew tevî van wesfên xwe, mîrek e ji mala mîran.
Mario ew paşguh kir, guh neda van gotinan û got:
- Mora hukm û seltenetê dest kê da ye, tu li wî binêre. Yek mîrê bi şûr e, yê din bi qelem…
- Hinek caran qelem ji şûran tûjtir in.
- Bêguman… Ji ber derba qelemê Feqî, Sînem bi meha ne, dilbirîn e.
- Ê Mario de baş e. Ez ê jî her wekî te yê hostayê xwe yê gefan, biçim çend gefan li Feqî bixwim. Bila xwe bi Sînemê bide efûkirin.
Mario spasîya Eladîn kir. Eladîn ew bir dîsa danî sûka Hizanê û hespê xwe ber bi Miksê, ber bi Medreseya Mîr Hesenê Welî ve bezand.
Li ber paceya hucreya xwe ya di Medreseya Mîr Hesenê Welî da, bi ser kitêba destê xwe ve xilmaş bibû. Şeveke çîksayî, heyva li çardehan… Taveheyvek diherikî ser tilîyên wî yên ji ber nivîsandinê westîyayî. Li derve bayekî hênik bi dilovanî destê xwe li ser belgên daran, kulîlkên newalan û tayên rihanan digerand. Kundêkor qet ranediwestîya:
- Kûûûk, kûûûk, kûûûk…
Û dengê avê…
Ava bê rahet û bê sekne…
Ava bê xew û bê tebat…
Ava şubhetê şîr û mislê tîr…
Ew dîmen û awazên yeknesak bi dengekî ne xerîb, di carekî da qut bûn. Dengê bilbilekî li asîmanên Miksê olan dida. Feqî wekî ku xewneke bi saw dîtibe, rabû ser çokên xwe. Hinekî paşê, gava tesîra xewê ji ser xwe avêt, hêz da xwe, rabû ser lingan û revîya hewşa medreseyê. Wî ew bilbilê bêwext ê şevê xweş nas dikir. Pêşîya ku berê xwe bide daristanê û biçe, zivirî li şibakeyên medreseyê nihêrî, guhên xwe dagirtin, der û dor guhdarî kir. Baş bû ku mela, feqî û suxte tev di xeweke kûr da bûn. Xwe di ser dîwarê bircê ra berda xwarê û ber bi daristanê ve revîya. Ber bi dengê bilbilê dilbikul ve çû. Herçî çû deng nêzîktir bû. Çû gihîşt bin dara sêvan. Sêvên yabanî. Heyvê sîya darê wek tevnekê li erdê raxistibû û dar wek bûkek desthinekirî bi ser sîya xwe ra sekinîbû. Gava Feqî serê xwe rakir û li serê darê nihêrî qeratûyek li ber çavên wî ket. Xof ket dilê wî. Çend gav paşda avêtin û bangî qeratûyê kir:
- Eladîn?
Qeratûyê ew bi awazên bilbilekî bersivand. Dilê Feqî îjar rehet bû.
- Eladîno! Kuro dîno! De were xwarê!
Eladîn xwe bi rûkenî berda xwarê û li pêşberî wî sekinî:
- Îja ez dîn im tu biaqil î?
- Na na dibe ku tu jî êdi biaqil bî. Ji zûda ye tu li ser banê qesrê nagerî. Li memik û navikên carîyeyên di hemamên Mîr da nanihêrî.
Eladîn li Feqî Mihemed vegerand û got:
- Na heyran, min dît tu yê di kulek û rojinan ra bikevî hemamê û me rezîl bikî, me dev ji wan karên bi talûke berda.
- Kuro te ez nîvê şevê ji xewê hişyar dikirim û li ser ban û dîwaran digerandim, ez biketama jî neheq nedibûm.
Her du kenîyan û hev hembêz kirin. Hembêzkirineke bi hesret... Wek du kevokên li ser kevirekî danîbin, li hember hev rûniştin. Feqî li bin taveheyvê, di bin çavan ra û bi gazin li Eladîn nihêrî û pirsî:
- Ev çend meh in tu li ku derê bûyî?
- Li Westanê bûm. Li Girava Keşe.
- Li Westanê? Li Girava Keşe? Tu dîsa bûyî bêjinga bêxwedî! Ka te li wê derê çi dikir?
- Ez bûm feqîyek ji feqîyên Keşe. Min li ber Incîla pîroz çok da û min bi dehan caran xaça filehan maç kir.
- Ji bo çi?
Weke ku bûyereke ji rêzê bihîstibe, bi bêxemî pirsî Feqî. Ji ber ku yê li hember wî Eladîn bû. Ji xwe jê ra digot “Dîno”.
Eladîn bi qasê şeş salan jê biçûktir bû. Rojekê dêya Mîr Mihemed bi dengê girîyê pitikekî ra revîyabû hewşê û pêçekek li ber derî dîtibû. Çiqas li derdorê nihêrîbû jî xwedîyê wî pitikî nedîtibû. Ji ber ku jineke dilrehm bû, ew jî wek kurê xwe xwedî kiribû. Ji kurê xwe ra gotibû:
- Ev pitik êdî birayê te ye û navê wî jî Eladîn e.
Piştî wextan, gava dêya wî ya xwîşka Mîr wefat kir, ew û Eladîn tev emanetê Mîr kirin. Mîr jî li gor fitrat û meraqên wan, ew perwerde kirin. Eladîn yekî delodîno û maceraperest bû. Li ser pişta hespan, li seydê, li ser zinarên bilind, li dû pezkovîyan bû. Heçî Mihemed bû di kitêbxaneya qesra Mîr da mezin bibû. Lewma Mîr munasib dîtibû ku Mihemed li medreseyan û di rêya ilmê da perwerde bibe, Eladîn jî di leşkerîyê da.
- Serleşkerê artêşa Mîr ez şandim wê derê. Wek sîxurekî…
- Keşe tu bi çi awayî qebûl kirî? Ma te got ez sîxur im?
Herdu bişirîn.
- Kalekî kelekvan ez birim û bi çavên tije hêsir ji Keşe ra got:
“Ezbenî ev kurê min şev û roj li peravê behrê rûdinê û li giravan we dinihêre. Bi hesreta ilmê Kitêba Pîroz çavên wî hertim bi hêsir in. Devê xwe nade xwarin û vexwarinekê. Ez û dêya wî ji suhheta wî endîşe dikin êdî. Ez xulam, ez dixwazim ku Pederê Ezîz kurê min hildî xizmeta xwe. Bila ji ilmê we îstifade bike û li ber destê we bikemile”. Hindik mabû ez û Keşe tev, bi wî bavê min ê fille ra bigirîyana. Keşe awirek avête min û ez xortê lihevhatî û bi bejnûbal, ji serî heta lingan di ber çavê xwe ra derbas kirim. Paşê daxwaza bavê min ê kalemêr ê dilşewat qebûl kir.
Ligel van gotinên wek yarîyan, Feqî bêhemdê xwe li Eladînê ciwan ê qeşeng nihêrî. Bi rastî jî xortekî bi dilê te bû. Ji şûva dinê ra zaf çeleng bû. Wê çelengîyê xwebawerîyeke xurt dida wî. Çavên qerwaş, carîye û dotmîran li her qunc û taldeyên qesrê li wî digerîyan. Wî jî hema kîjan delalek li ku xewle dikir, herî kêm ramûsanek jê hildida. Lewma Mîr ew tolazê doxînsist ji qesrê dûr dixist.
Eladîn gotinên xwe domandin:
- Û ez bûm feqî û xulamê Keşeyekî.
Bi vê gotinê ra herwekî stuyê wî ber da hat û bi vê gotinê ra hestên Feqî gişt bi hev ra veciniqîn. Wek qefleyek çûkên ku pişîk bi navkeve, bi carekê da perpitîn. Tiştek hebû di dengê Eladînê dîn de. Tiştekî xerîb. Tiştekî wek êşê. Êşeke tenik û zirav.
Got:
- Eladîn tiştek heye di dengê te da.
Eladîn kenîya:
- Tiştekî çawa?
- Nizanim. Lê tiştekî xerîb…
Eladîn bi xemgînî got:
- Berê digotin Feqî Mihemed bi dengê teyran û avê dizane. Tu îjar çi ji dengê min dixwazî?
- Li min bibore. Ez hînê halê te yê xemgîn nebûme. Ev hal bi min ecêb tê.
- Wexta mirov berêvaran li perava behrekê rûdinê û difikire, pir tişt tên bîra mirovî û dengê mirovî jî pê diguhere.
Çirûskeke hêvîyê veda di dilê Feqî da. Belkî Eladîn xwe şaş bikira û carekê xemên dilê xwe vegotana û barê dilê xwe sivik bikira.
Eladîn bûbû hostayê bincilkirina xeman. Dîsa êşên dilê xwe di bin perdeya xemnexurîyê da veşartin û got:
- Feqî tu bela xwe li min nede. Dev ji min berde! Ka bipirse ez ji bo çi hatime?
- Ji bo çi?
Bi tirs pirsî Feqî, lewra rengê dengê Eladîn careke din guherî. Eladîn bi xemxwarî û endîşe, çavên xwe yên reşbelek li rûyê wî yê çilmisî digerand.
- Ez her çend şair nebim jî, bi rengê dengan nizanibim jî, bi hinek tiştan dihesim.
- Tiştên çawa?
- Yên weke ku Mirê Hizanê wê li te were xezebê.
- Ji bo çi?
- Ji ber gotinên te yên “Erê şoxê erê şengê!”
Feqî soromoro bû, ji şerma serê xwe kir ber xwe û hinekî jî bi awayekî şaşmayî pirsî:
- Tu vê ji ku dizanî?
- Min ev ji yekî ehlê qesra Mîr bihîst. Tenê ne ev. Min bihîst ku Sînema bûka mala Mîr ji wê rojê da xemgîn û çavhêsîr e. Em dizanin tu şair î. Em dizanin tu carinan dîn dibî. Geh bi teyran ra, geh bi avê ra minaqeşeyê dikî. Lê te çi ji bûka Mîr xwest?
Stû û milê Feqî bi carekî berda hatin û got:
- Bi rastî ev gotin bêhemdî ji devê min pekiyan. Ez li wê bûkê hêrs bûbûm.
- Feqî binêre, xwe bi wê bûkê bide efûkirin. Te ev gotinên hanê di nav xelqê da bi eşkere gotine. Dibe ku Mîr pê bihese.
- Ma ez ê xwe çawa bidim efûkirin?
- Wî mirovî got ev mîrbanû jinek zaf jîr, zana û jêhatî ye. Her wusa jî nazik û diltenik e. Ji şiîrên te hez dike û wan ji bo xwe dinivîse û ji ber dike. Ji bo vê yekê jî ji gotinên te pir êşiyaye. Lê dîsa jî gilîyê te li Mîr nekirîye. Yê hukmê qelemê dike tu yî. Divê tu bizanibî xwe bi çi awayî bidî bexşandin.
Feqî qasekî li dû siwarê qeşeng û çeleng ê reşê şevê, bi şerm û hêrs nihêrî. Paşê bû lemelema wî:
- Eladînê dîn! Ew ji xwe dîn e.
Dinya hêdî hêdî zelal dibû. Gava serê xwe da ser lihêfa xwe êdî destê sibê bû. Lê gotinên Eladîn xwe li rihê wî alandibûn û wî nikarîbû hişê xwe ji bin hukmê wan derxe. Bi rastî ew ne li Eladîn, li xwe hêrs bibû. Ji xwe hişê wî bi qasî çend mehan qet li cîh nîbû. Geh şerm dikir, geh hêrs dibû. Wek mirîşka kevir lê ketibe, dibû niçeniça wî:
- Niç niç niç… Wê bûkê çima wisa kir? Çima ew ewqas pozbilind û jixwerazî bû? Çima di nava xelqê da qerf û henekên xwe bi min kirin? Lê min… Min çima bi zimanê xwe nikarîbû. Min çima nizanîbû ka çi gotin ji devê min derdikeve? Ez… Feqîyê Teyran… Feqîyê li ber destê alim û meleyan mezin bûye. Mîr Mihemedê sêwîyê mala mîran… Çima min xwe li ber wê hurmetê kerr nekir û bi rêya xwe da neçûm? Çima? Çima ez lê zivirîm û min ew gotin jê ra gotin ku ji bo jinekê wek heqaret werin dîtin? Çima ewa çavhêşîn, ewa porzêrîn û qametelîf, ewa nazik û letîf, ji ber çavên min naçe? Çima… Çima ew biskên zêrîn ên kulîyên berfê lê dikir, ez lâl nekirim? Çima gava bi çavên hêsir û nêrînên bi gazinc li min nihêrî û wek xezaleke veciniqî revîya û çû, dilê min wusa şewitî? Ew xuşînîya ku bi wan zêrên kofîya wê, bazin û xirxalên wê ket, çima hê jî di guhên min da olan didin? Gotina wê jî rast bû. Ez bi rastî jî ne yekî qeşeng im. Ez wek Eladîn çeleng û lihevhatî bûma wê qet xema min nebana. Ji ber ku gotina wê rast bû, ez di xwe da şikîyam.
Ji wê rojê ve neynikek di bin balgîyê xwe da veşartibû û her cara gotinên wê bûkê dihatin bîra wî, bê hemdê xwe neynik derdixist û dirêj dirêj li ruyê xwe yê esmer ê pir ne xirab lê ne jî zêde rind bû, dinihêrî. Por, birû û rîhê xwe yê reş ê tevlihev dûz dikir. Serê xwe rast û çep dizivirand û birûyên xwe radikirin û dawîya dawîn biryar dida ku zêde jî ne xirab e. Wî hay jê hebû ku esalet û heybeta wî jî carinan xweşîyeke veşartî didayê.
Piştî van fikr û hestên tevlihev hercar heman tişt dihat serê wî. Çav û birûyên wê bûkê tevî por û kezîyên wê, tevî bejn û bala wê di neynikê da dihat xuyan û şiklê Feqî hêdî hêdî wenda dibû. Dîsa di nav hest û xeyalan da wenda bibû. Xwe bi xwe got:
- Sînem… Nexwe navê wê Sînem e. Bûka Mîr e. Sîneeemmm…